Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Yewnanistanê trêna rêwiyan û ya bar qeza kirin. Di encama qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn. 
 
Li herêma Tempî ya li bakurê bajarê Larîsa ya Yewnanistanê trêna rêwiyan û ya bar li hev qelibîn. Di qezayê de vagonên trêna rêwiyan ji rê derketin. Di encama qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn. 
 
Piştî qezayê, rêwiyên di trênê de li bajarên Selanîk, Larîsa û Katerînî hatin veguhestin. 
 
Trêna bi tîpa IC 62’y3e ku ji Atînayê ber bi Selanîkê ve diçû de 350 rêwî hebûn. 
 
Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li cihê qezayê berdewam in.