Li Îranê jinek hat darvekirin

img
WAN - Li Girtîgeha Kahnuj a li Eyaleta Kerman a Îranê Leila Bamrî ku du sal in girtî ye hat bidarvekirin. 
 
Hat zanîn ku li Îranê jina bi navê Leila Bamri ya belûcî ku 2 sal in girtî ye hatiye bidarvekirin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê; Leila Bamri ya ji gundê Pengê ya bi ser bajarê Rudbara Eyaleta Gilana Îranê ye û 2 sal berê ji tawanbariya tiryakê hatiye girtin. Rêxistina Mafê Mirovan dibêje ku rejîma Îranê, Bamri mehkûmî darvekirinê kiriye û Bamri ya 2 zarokên wê hene li Girtîgeha Kahnujê hatiye bidarvekirin.