Helbestvan Sara Motaghî hate girtin

img
WAN - Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî ya li Îranê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamî” kirine hate girtin. 
 
Li Îranê serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin berdewam dikin. Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî li Îranê  bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamê” kirine beriya du rojan hate binçavkirin. Motaghî piştî binçavkirina du rojan hate girtin û şandin Girtîgeha Lakan.