Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 14:04 2 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaletên cuda yên DYA’yê bablîsok rabûn û di encamê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bablîsok rabûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 26’an. Li gorî nûçeya Euronews'ê; ji ber bablîsokan li Tennesseeyê 9 kesan, li Arkansasayê 5 kesan, li Indianayê 3 kesan, li Illinoisê 4 kesan, li Mississippiyê û Alabamayê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 24 saetan de li 8 eyaletên navborî  zêdetirî 57 bablîsok hatin tespîtkirin. 
 
Waliya Arkansasê Sarah Huckabee Sanders da zanîn ku ji ber bagerên dijwar, li herêmê rewşa lezgîn ragihandine.