Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne

  • cîhan
  • 16:51 3 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku Iraq amade ye ku xwe biparêze û got ku hewcehiya wan bi hêzên biyanî nîne. 
 
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî bi kanala El Cezîreyê re hevpeyvîn kir û diyar kir ku Iraq ji pirsgirêkên xwe rizgar bûye û aştiya xwe pêk aniye. Sudanî wiha domand: “Iraq, li dijî terorê bi ser ket û hemû iraqî di heman eniyê de civand.” 
 
Sudanî têkildarî hêzên iraqî jî ev tişt anî ziman: “Hêzên ewlekariyê amade ne ku tevahiya Iraqê biparêzin. Hewcehiya me bi hêzên leşkerî û biyanî nîne.”