Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin

  • cîhan
  • 08:07 25 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê di navbera aliyên şer de ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin. 
 
Ji 15’ê nîsanê heta niha li paytexta Sûdanê Hartumê di navbera artêş û Hêzên Lezgîn ên Dewletê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Niha jî biryara agirbestê hate ragihandin. 
 
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ragihand ku her du aliyên şer ên Sûdanê biryara agirbestê ya ji bo 72 saetan qebûl kirine. Agirbest, ji nîvşeva 24’ê nîsanê ve dest pê dike. 
 
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di şerê heta niha de 413 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.