Prîgojîn ji Rostovê derket

  • cîhan
  • 10:36 25 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Damezirînerê Wagnerê Yevgeniy Prîgojîn ji bajarê Rostov-Na-Donu yê Rûsyayê derket. 
 
Damezirînerê koma leşkerî ya bikirêgirtî ya Wagnerê Yevgenî Prîgojîn ku li Rûsyayê serhildana leşkerî da destpêkirin, piştî qebûlkirina teklîfa Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn a “pêşketina xwe bidin sekinandin”, ji bajarê Rostov-Na-Donu derket. 
 
Waliyê Herêmê yê Rostovê Vasîliy Golubev di kanala xwe ya Telegramê de wiha got: “Konvoya Wagnerê ji Rostovê derket û ber bi kampên xwe ve çûn.” 
 
Wagner, ji Biryargeha Herêma Leşkerî ya Başûr a Rûs derket û bi tevahiya techîzatên leşkerî çû derveyî bajar. 
 
Di daxuyaniya Ajansa Rêbeja Federal a Rûsyayê (Rosavtodor) de hat destnîşankirin ku hemû bisînorkirinên ji bo otorêyan hatibûn danîn hatine rakirin. 
 
Her wiha hat zanîn ku di serî de Moskov, ji ber serhildanên çekdarî li nêzî herêmên sînorê Ûkraynayê “Operasyona têkoşîna li dijî terorê” hatibû ragihandin. Hat ragihandin ku ev rewş dê were bidawîkirin.