Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe

  • cîhan
  • 09:22 11 Tîrmeh 2023
  • |
img

WAN - Welatiyên Wanê xwest ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha gotin: “Her ku em bêdeng dimînin, tiştên girantir bi serê me tînin. Divê her kes bi hev re dengê xwe derxîne.” 

Desthilata AKP’ê li Îmraliyê pergala tecrîda girankirî xist meriyetê û têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de fikarên mezin hene. Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran a tecrîdê de tê ragirtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi malbata xwe re li ser telefonê axivî bû ku axaftin hatibû qutkirin. Ji Abdullah Ocalan 28 meh in tu agahî nayên girtin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok herî dawî got ku ji bo Abdullah Ocalan nameyên bênav diçin û vê yekê jî fikarên heyî mezintir kir. Xelkê Wanê fikarên xwe yên têkildarî mijarê anîn ziman û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. 
 
‘HER KU EM BÊDENG DIMÎNIN HÊJ GIRANTIR DIBE’
 
Welatiyê bi navê Kadîr Çîçek bi gotina “edaletê” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Li cihekî ku edalet lê tune be, tiştek lê nabe. Nahêlin mirovên ku bi salên dûvdirêj e di girtîgehê de dimînin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Nahêlin zarokek bi dayika xwe re hevdîtinê bike. Ma heke dayik-bav biçin zarokê xwe bibînin dê çi bibe? Di destê wan de ne çek heye û ne jî tiştekî din. Ma ev edalet e? Ma edaleteke wiha dibe? Ev, tecrîd e.”
 
Bi domdarî Çîçek da zanîn ku ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim zêdetirî 28 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Heke dehhezaran kes, bi sedhezaran kes ji bo rakirina tecrîdê çûbûna pêşiya girtîgehan, ev yek nedihat kirin. Mixabin em tenê li malên xwe rûdinin. Qeyûman tayînî şaredariyên me dikin lê em tenê li mala xwe rûdinin. Li ser birêz Ocalan tecrîdê ferz dikin lê em dengê xwe dernaxînin. Serokên me digirin û têxin zindanan lê em ditirsin û dengê xwe nakin. Her ku em bêdeng dimînin, tiştên girantir bi me didin jiyîn.” 
 
‘DIVÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE DERXÎNIN’
 
Di berdewamê de Çîçek bi lêv kir ku divê tevahiya gel li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne û ev tişt anî ziman: “Heta ku gel ranebe ser pêyan, tecrîd bi dawî nabe. Ev tecrîd, bi 4-5 kesan nayê têkbirin. Hewceye em tevek bi hev re rabin ser pêyan. Tu kurdek nikare bibêje ‘eleqeya wê bi min tune ye. Ez AKP’î me, tiştek bi min nayê.’ Dema Cizîr, Silopiya, Şirnex, Gever û hwd. hatin şewitandin û rûxandin, negotin; ‘gelo ev mala AKP’iyan e yan ne.’ Tevek jî bi hev re rûxandin. Dema agir bi daristanê ket, hem darê hişk û hem jî yê şîn dişewite.” 
 
‘LI CIHÊ EDALET LÊ NEBE XERABÎ HEYE’  
 
Ji welatiyan Huseyîn Akdag jî diyar kir ku edalet li welêt tune ye û wiha got: “Heke edalet hebûna komkujiya Roboskê pêk nedihat, hevşaredar nedihatin girtin, zozanên vî welatî nedihatin valakirin. Heke dewletek bihêz be, ji ewil divê edaleta wê bihêz be. Lê li Tirkiyeyê mixabin tiştekî wiha tune ye. Baweriya me bi dadgehan nayê. Qanûn, ji bo her kesî cuda ne. Ev jî nîşaneya tunebûna edaletê ye. Divê edalet ji bo her kesî wekî hev be. Yek diziya deweltê dike, pereyê dewletê dixwe û tu lê dinêrî 5-6 meh piştre hatiye berdan. Heta hinek jê bi qanûnên taybet tên berdan. Lê kesên fikr û ramên xwe anîne ziman, yên dixwazin mîna mirovan bijîn niha li girtîgehê di tecrîdê de ne. Li cihekî heke edalet nebe, li wir xerabî heye.” 
 
‘DIVÊ BIKARE BI MALBATA XWE RE HEVDÎTINÊ BIKE’
 
Akdag, destnîşan kir ku divê girtî bikarin mafên xwe bi kar bînin û wiha pê de çû: “Divê ne Ocalan û ne jî tu girtiyên din neyên tecrîdkirin. Divê Ocalan bikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Divê bikare hevdîtinan bike û telefon neyên qutkirin. Bi vê îktîdarê re edalet nayê. Edalet, li cihekî qesra havînî û li rexa din qesra ji bo zivistanê çênake.” 
 
Îsmet Yakut jî got ku li welêt tecrîd heye, divê bi dawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd, qanûnî nîne. Mirovek çawa 3 salan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dema wisa bû, ma mirov dikare bibêje edalet heye? Edalet tune ye. Divê ev tecrîd were bidawîkirin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin. Divê her kesên mafên mirovan diparêzin li dijî vê tecrîdê dengê xwe derxîne.” 
 
MA / Omer Akin