Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di meha tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52 jê kurd û belûc in. 
 
Hat ragihandin ku rejîma Îranê di meha tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir. Li gorî agahiyan; tenê di meha tîrmehê de 61 kesên di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin. Ji kesên hatine bidarvekirin ji sedî 52 jê kurd û belûc in. Her wiha hat ragihandin ku di tîrmehê de 4 jin jî hatine bidarvekirin. Hat destnîşankirin ku girtiyên siyasî yên afgan Mohammad Ramez Rashidi û Saeed Naeem Hashemi Qatali jî di meha tîrmehê de li Şîrazê hatine înfazkirin.