Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin

  • cîhan
  • 15:43 10 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Fernando Villavicencio ku bi dijbertiya xwe li hemberî nelirêtiyê tê naskirin, li bajarê Quitoyê di encama êrişa çekdarî de hate kuştin. 
 
Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Fernando Villavicencio ku bi sekna xwe ya li dijî nelirêtiyê tê naskirin, beriya hilbijartinên 20’ê tebaxê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Villavicencio li paytext Kîto’yê tev li çalakiyekê bû û dema vedigeriya û li wesayîta xwe siwar dibû, gule li serê wî hate xistin û hate kuştin. 
 
ŞÎNA NETEWEYÎ HATE RAGIHANDIN 
 
Serdozgerê Ekvadorê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û wiha got: “Di navbera êrişkar û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û hate kuştin. Namzetekê parlamenteriyê û du polîs jî di nav de bi giştî 9 kes jî birîndar bûn.” Serokê Dewletê yê Ekvadorê Guillermo Lasso kuştina Villavicencio piştrast kir û got ku li seranserî welêt 3 rojan şîna neteweyî hatiye ragihandin. 
 
KARTELA LOS LOBOS ÊRIŞ LI XWE GIRT 
 
Piştî bûyerê, hat îdiakirin ku kartela “Gur (Los Lobos)” êriş li xwe girtiye. Di dîmeneke li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin de komeke rûpoş li xwe kirine û dibêjin endamên Los Lobosê ne, êriş li xwe girtin û daxuyaniyek dan. 
 
BERIYA ÊRIŞÊ ÇI BÛBÛ?
 
Villavicencio, ragihandibû ku ji ber sekna xwe ya li dijî nelirêtiyê, komên sûc ên navneteweyî yên weke kartelên Los Lobos, Tiguerones û Chone Killersê gelek caran gefên kuştinê li wî dixwin.