Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye

  • cîhan
  • 10:25 24 Tebax 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federal a Rûsyayê ragihand ku damezirînerê Wagnarê Yevgeniy Prîgojîn di balafira duh ketî de mirî ye. 

Saziya Veguhestina Hewayî ya Sivîl a Rûsyayê bi awayekî fermî piştrast kir ku fermandarê koma leşkerên bipere ya Wagnerê Yevgeni Prîgojîn jî di nav de bi giştî 10 kesên di jeta taybet a li bakurê Moskovê ketî de jiyana xwe ji dest dane. 

 
Di lîsteya rêwiyên balafirê de li gel Prîgojîn, her wiha cîgirê wî û yek ji damezirînerên Wagnerê Dmîtriy Utkîn jî hebûn. 
 
Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku balafira taybet a ji Moskovê diçû St. Petersburgê li herêma Tverê ketiye. Hat destnîşankirin ku 3 murettebat jî di nav de bi giştî 10 kesên di balafirê de mirine. Ajansa nûçeyan a dewletê ya Rûsyayê TASS’ê jî da zanîn ku balafira ketî ya damezirînerê şîrketa ewlehiyê ya taybet Wagnerê Yevgeniy Prîgojîn bû. TASS’ê piştre jî ragihand ku di jeta taybet a bi tîpa Embraer ERJ-135BJ ku li Tverê ket û 10 kes tê de mirin de Prîgojîn jî hebû. 
 
Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federe ya Rûsyayê (Rosaviatsiya) jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Têkildarî balafira li Herêma Tverê ketî de lêpirsîn hate destpêkirin. Di lîsteya rêwiyan de nav û paşnavê Evgeny Prîgojîn jî heye.” Otorîteya Hewavaniya Sivîl a Rûs û Televîzyona Dewletê ya Rûsyayê jî ragihandin ku Prîgojîn mirî ye. 
 
WAGNERÊ DAXUYANÎ DA
 
Têkildarî mijarê Wagnerê jî daxuyanî da. Wagnerê diyar kir ku balafireke duyemîn a aydê Prîgojîn dada ye Moskovê. Şîrketê îdia kir ku Prîgojîn di balafira ewil de nebû û hêzên ewlekariya rûs li balafirê xistiye. 
 
Di hinek kanalên Telegramê yên nêzî Wagnerê de jî hat îdiakirin ku balafir ji hêla pergala parastinê ve hatiye xistin. Piştre jî kanala Telegramê ya bi navê “Herêma Gewr” a girêdayî Wagnerê jî daxuyaniyek da û wiha got: “Serokê Koma Wagnerê, lehengê Rûsyayê û welatparêzê rasteqîn Yevgeniy Vîktorovîç Prîgojîn ji hêla xayînan ve hate kuştin. Lê li dojehê jî yê herî baş dê ew be.” 
 
Li gorî nûçeya Reutersê; Rosaviatsiya ragihand ku Prîgojîn û fermandarê Wagnerê Dmîtriy Utkîn di balafira ketî de bûn. Di daxuyaniyê de her wiha lîsteya rêwiyan hate parvekirin. 
 
Navên rêwiyan: Sergey Propustîn, Evgeniy Makaryan, Aleksandr Totmîn, Valeriy Chekalov, Dmîtriy Utkîn, Nîkolay Matuseev, Evgeniy Prîgojîn.
 
Muretebat: Aleksei Levshin (Pîlot), Rustam Karîmov (pîlotê duyemîn), Krîstîna Raspopova (Peywirdara firînê)