Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin

img
WAN - Stranbêj Mehdî Yarrahî ku girêdana dersokê ya bi darê zorê protesto kiribû şandin Girtîgeha Evînê. 
 
Stranbêj Mehdî Yarrahî ji bo protestokirina girêdana dersokê ya bi darê zorê stranek çêkiribû û di 30’ê tebaxê de li ser fermana Dozgeriya Tehranê bi îdiaya “Bi awayekî derqanûnî stran belav kiriye” hatibû girtin. 38’emîn Dozgeriya Ewlekariya Exlaqî ya Herêmê ya li Tehranê îfadeyê Yarrahî girt. Pişt3ı îfadeyê jî Yarrahî li Girtîgeha Evînê hate veguhestin. Bi parêzeran re nehat parvekirin bê ka çiqas ceza li Yarrahî hatiye birîn. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Hunermend Yarrahî bi mebesta piştgiriya bi têkoşîna jin û zarokên keç a li dijî ferzkirina girêdana dersokê ya li Îranê strana “Roosarîto” weşandibû.  Piştî weşandina klîba stranê, Yarrahî bi îddiaya “strana li dijî exlaq û kevneşopiya civaka îslamî bi awayekî derqanûnî parve kiriye” di 30’ê tebaxê de hate binçavkirin û bi heman îdiayê hate girtin.