NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 09:46 17 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - OCHA’yê diyar kir ku di lehiyê ya tenê li bajarê Dernayê ya Lîbyayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) têkildarî karesata lehiyê ya di 10’ê îlonê de li Lîbyayê pêkhatî de daxuyanî da. OCHA’yê diyar kir ku li bajarê Dernayê herî kêm 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 10 hezar û 100 kes jî winda ne.
 
Hat ragihandin ku di karesatê de li deverên din ên rojhilatê welêt jî 170 kesan jiyana xwe ji dest dane. OCHA’yê bi domdarî ev hişyarî kir: “Komên lêgerîn û rizgarkirinê bi şev û roj dixebitin. Tê payîn ku ev hejmar zêde bibin.”
 
HER ROJ BI DEHAN CENAZE TÊN DEFINKIRIN
 
Her roj bi dehan cenaze ji bin xirbeyên taxên ku ji ber lehiyê wêran bûne yan jî ji deryaya vekirî tên derxistin û li nava erdeke çolbûyî tên definkirin. OCHA’yê bi domdarî ev agahî parve kir: “Rewşa mirovî bi taybet li Derna nebaş e. Li bajêr ava vexwarinê nîne û herî kêm 55 zarok bi vexwarina ava qirêjî jehrî bûne.”
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Bahoz Danîel şeva yekşemê du bendavên li jora bajarê Derna ya li rojhilatê Lîbyayê teqand û bû sedema karesateke mîna tsûnamiyê. Li bajarê ku nifûsa wê 100 hezar e, hemû xanî hilweşiyan. Li gorî rapor û lêkolînên cuda, du bendavên ku li Dernayê hilweşiyan, ji sala 1998’an de dîwarên wê teqiyaye lê qet nehatin temîrkirin.