Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin

  • cîhan
  • 13:21 17 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amerîkayê bi sedema “piştgirî dane terorê û bûne sedema mirin û birîndarbûna leşkerên amerîkî”, doza li Halkbank û karsazê îranî Riza Sarraf hate vekirin.
 
Bi sedema “piştgirî dane terorê” li Amerîkayê doz li Halkbank û karsazê îranî Riza Sarraf hate vekirin. Li gorî nûçeya Gazeta Duvarê; li ser navê malbatên leşkerên amerîkî yên li Sûriye û Efxanistanê di êrişan de mirin û birîndar bûne, doza tazmînatê li Halkbank û Sarraf hate vekirin.
 
Doz, li Dadgeha Federal a Herêma Başûrê New Yorkê hate vekirin û di dozê de hatiye destnîşankirin ku Halk bank û Riza Sarraf piştgiriya êrişan kirine û hat xwestin ku ji ber beşdarbûna komploya ku êriş di nav de hene, berpirsyar bên dîtin. Di dozê de bi awayeke şênber hatiye gotin ku Halkbank û Riza Sarraf di navbera salên 2012 û 2020’an di dema mueyyîdeyên Amerîkayê yên bi armanca têkoşîna li dijî terorê de binpê kirine û bi awayekî sîstematîk ji êrişên terorê yên Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê ku girêdayî Mihafizên Şoreşa Îslamî ye re bûne alîkar.
 
Di daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin ku Halkbank û Riza Sarraf ji bo ku dahatên petrolê yên îranê derxin paqijiyê bi awayekî zanebûn ev alîkarî kirine. 
 
KOPIYEYA GILÎKIRINÊ JI HALK BANKÊ RE ŞAND 
 
Li gorî nûçeyê, dozdar ji 151 mexdûrên 27 êrişên di navbera 2012 û 2020’an de li Efxanistanê û êrişeke ku di navbera 2012 û 2013’an de li Sûriyeyê hatine kirin, pêk tên. Dadgerê dozê xwestiye ku kopiyeke gilîkirinê heta 1’ê cotmehê ji nûnerên Halkbankê re bê şandin û Halkbank jî heta 29’ê çileya 2024’an bersiv bide dadgehê.