Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû

  • cîhan
  • 11:36 27 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara ermenên piştî êrişa Azerbaycanê ji Qerebaxê derbasî Ermenistanê bûn nêzî 30 hezarî bû
 
Ermenan piştî êrişa Azeybaycanê ya hefteya borî ya li dijî Qerebaxê da dest pê kirin, ji herêmê koç kirin. Hejmara ermenên ku ji herêmê koç kirin nêzî 30 hezarî bû. 
 
Li gorî nûçeya BBC’yê ev hejmar, ji çaran yek hejmara ermenên li Qerebaxê dijîn e. Azerbaycan, îdia dike ku kesên li herêmê dijîn di nav “ewlehiyê” de ne. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî hişyariya “paqijiya etnîkî” kir. 
 
KONTROLA NASNAMEYAN 
 
Rayedarên azerî nasnameyên ermenên dixwazin herêmê terk bikin kontrol dikin û pişt re destûr didin. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken duh ev bang li Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir: “Divê bêşert û merc ewlehî û azadiya tevgerê ya sivîlan bê pêkanîn û alîkariyên mirovî yên ji Qerebaxa Çiyayî re tên şandin neyên astengkirin.”
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bang li aliyan kir ku ji mafên mirovan re rêzê bigirin. 
 
Şandeyên Azerî û Ermen, du li paytextê Belçîkayê Brukselê di hevdîtina ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve piştgiriya wê tê kirin de hatin cemhev. 
 
Tê payîn ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî dê di 5’ê cotmehê de li Îspanyayê bên cemhev.