Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 12:48 27 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku piştî NY’yê li Etîyopyayê alîkariya xurekê birî hezar û 329 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hate diyarkirin ku piştî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîkayê li Tîgray a li bakurê Etiyopyayê dimîne û şerê navxweyî lê bi dawî bû alîkariya xurekê birî, hezar û 300’an zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî lêkolîna hevpar a Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiyê, Wezareta Tenduristiyê û Zanîngeha Mekelle ya li Tîgrayê, ji Mijdara 2022’yan ku peymana aştiyê hatiye îmzekirin ve li herêmê hezar û 329 kes ji ber sedemên girêdayî birçîtiyê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji ber birîna alîkariyê her meh hejmara mirinan zêde dibe, zêdeyî nîvê mirinên li Tîgrayê ji ber birçîbûnê bûne. 
 
Di lêkolîna bi tevlibûna xebatkarên tenduristiyê li eyalet û wargehan hate kirin de hate destnîşan kirin ku sedema sereke ya mirinan birîna alîkariyê ya ji aliyê Ajansa Pêşveçûna Navnetewî ya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.