Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin

  • cîhan
  • 13:01 7 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Baskê çekdar a Hamasê Tûgayên Tûgayên Izzedîn El Qesam ji Xezzeya di bi dorpêça Îsraîlê de ye li dijî Îsraîlê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Li gorî agahiyên bi dest ketine Hamasê nêzî 5 hezar moşek û roketan avêtiyê Îsraîlê. Îsraîl rewşa şer îlan kir.
 
Baskê leşkerî yê rêxistina Hemasê Tûgayên Izzedîn El Qesam dijî Îsraîlê operasyonê “Tûfana El Eqsa” da destpêkirin. Artêşa Îsraîlê jî rewşa şer îlan kir. Li gorî agahiyan ji Xezayê bi dehan moşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.Li gorî ajansa AFP`ê, piştî avêtina moşekan li herêmên cuda yên Xezayê jî dengê teqînan hat bihîstin. Artêşa Îsraîlê derdora nîv saetê herêmên Xezayê bombebaran kirin. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin hêzên çekdar ji Xezayê derbasî Îsraîlê bûne.
 
HEZARAN TOP Û MOŞEK
 
Fermandarê Tûgayên Izzedîn El Qesam, Mihemed Ed-Deyf bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan li dijî Îsraîlê operasyona “Tûfana El Eqsa” daye destpêkirin. Ed-Deyf, destnîşan kir ku operasyon li dijî kiryarên hêzên Îsraîlê yên li hemberî Mizgefta El Eqsa û şîdeta li ser jinan, hatiye destpêkirin. Ed-Deyf da zanîn ku wan di êrişa li dijî Îsraîlê de zêdetirî 5 hezar top û moşek avêtine.
 
ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ REWŞA ŞER ÎLAN KIR
 
Artêşa Îsraîlê têkildarî geşedanan, rewşa şer îlan kir. Berdevkiya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî daxuyaniyek da û diyar kir ku dê Netanyahu di saetên pêş de bi rayedarên payebilind ên ewlehiyê re bicive. Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî diyar ki ku wan li dijî operasyona hatiye destpêkirin, leşkerên cîgir vexwendine.