Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar

  • cîhan
  • 19:33 7 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku di êrişa Hamasê de 70 îsraîlî hatine kuştin û hejmara birîndaran jî di ser 900'î re ye. 
 
Di operasyona "Tofana Aksayê" ya Hamasê ya li hemberî Îsraîlê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bû. Magen David Adom (MDA), daxuyand ku 70 kesî jiyana xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî di ser 900'î re ye.