Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin

  • cîhan
  • 11:26 8 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam berdewam dikin. Îsraîlê li bajêr têketina mal û sotemeniyê da sekinandin. 
 
Hamasê li ser Şerîda Gazeyê li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Aksayê” êriş da destpêkirin. Di encama bombebarana her du aliyan de heta niha bi sedan jiyana xwe ji dest dan. BBC'yê vê sibehê encamên pevçûnan komî ser hev kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu destnîşan kir ku di encama êrişa Hamasê de 250 hemwelatiyên wan jiyana xwe ji dest dane û got: "Îsraîl kete şerekî dirêj û zehmet." 
 
Artêşa Îsraîlê diyar kir bi dehan îsraîliyên di nava wan de jin û zarok jî hene, li Gazeyê dîl hatine girtin. 
 
Îsraîlê têkildarî êrişên gengaz xelkê Gazeyê hişyar kir û ji wan xwest ku ji malên xwe dernekevin û di stargehan de bimînin. 
 
Li 8 deverên başûrê Îsraîlê jî di navbera milîtanên Hamasê û hêzên parastinê yên Îsraîlê de pevçûn berdewam dikin. 
 
Hat destnîşankirin ku ji şevê din heta serê sibehê êrişên hewayî yên li dijî Gazeyê berdewam kirin. Netenyahû anî ziman ku ew ê ceyran û çavkaniyên din ên ku diçin herêmên di bin dorpêçê de, asteng bike. 
 
Rayedarên Îsraîlî destnîşan kirin ku di pevçûnan de zêdetirî hezar û 400 kes birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di êrişên mîsîllemeyê yên Îsraîlê de li Şerîda Xezayê heya niha herî kêm 232 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 800 kes jî birîndar bûne.