Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 14:18 8 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişa bi rokêtan a Hamasê, di navbera Îsraîl û Filistînê de pevçûn derketin. Hat ragihandin ku di pevçûnên heta niha de herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê bi navê “Tofan Aksayê” pêleke êrişê da destpêkirin. Piştî êrişê, pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de dest pê kirin û hêj didomin. Hamasê ragihand ku niha li 7 noqteyên li hundirê Îsraîlê pevçûn didomin. Îsraîlê dest bi veguhestina cihûyên li jîngehên derqanûnî yên li ser Şirîda Gazeyê kir. 
 
ÎSRAÎL: HEJMARA MIRIYAN BÛ 350 KES
 
Li gorî nûçeya Kanala 12 a Îsraîlê, hejmara kesên li ser Şirîda Gazeyê derket 350 kesan. Her wiha hat ragihandin ku zêdetirî hezar û 864 birîndar hene ku ji wan rewşa 19’an giran e. 
 
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî têkildarî rewşa ewlehiyê ya li başûrê Îsraîlê û Şirîda Gazeyê daxuyanî da û da zanîn ku heta niha 400 endamên Hamasê hatine kuştin. 
 
Hagarî, bi domdarî destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de 26 leşkerên wan di êrişên Hamasê de jiyana xwe ji dest dane. Hagari, diyar kir ku dê Îsraîl di nava 24 saetên dawî de jîngehên li ser Şirîda Gazeyê bi temamî tehliye bike. 
 
WEZARETA TENDURISTIYÊ YA FILISTÎNÊ: HEJMARA MIRIYAN BÛ 313 
 
Wezareta Tenduristiyê ya li Gazeyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku heta niha 313 kesan di êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê de jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hat gotin ku di êrişan de hezar î 900 kes jî birîndar bûne.