Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide

  • cîhan
  • 19:00 11 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê ji Partiya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Rojava şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji dewleta Tirk hesab bipirse.
 
Senator David Shoebridge li ser navê partiya xwe daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya ji bo gelê kurd ragihand. Senatorê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Bi lezgîn dev ji van êrîşên hovane berdin."
 
Senator ev daxuyanî da:
 
“Ez wek senatorekî Keskan ji êrîşên leşkerî yên hikûmeta tirk li ser gelê kurd û civakên li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, binpêkirinên mafên mirovan gelekî nerehet im.
 
Nûçeyên li ser armanckirina sivîlan û navendên bingehîn û binesaziyê yên wekî nexweşxane, dibistan, cihên niştecihbûnê, santralên ceryanê, mizgeft û kampên penaberan gelek xemgîn in û ez van êrişan bi tundî şermezar dikim.
 
Dîsa ez dilgiran im ku hikûmeta Tirkiyeyê geşedanên wêranker ên li Filistîn û Îsraîlê bi kar tîne da ku rojeva xwe pêş bixe û êrişên leşkerî li dijî gelê Kurd zêde bike. Di dema ku bala raya giştî li ser nakokiyên berê ye, ez dixwazim eşkere bikim ku binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd ji nedîtî ve nehatine û ez bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikim ku demildest dest ji van êrîşên hovane berde.
 
Divê civaka navneteweyî li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û Tirkiyeyê ji binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer ên li dijî gelê Kurd hesab bê pirsîn.