Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê

  • cîhan
  • 19:07 12 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavkaniyên nêzî hikûmeta Şamê ragihandin ku Îsraîl êrişî balafirgehên navneteweyî yên Şam û Helebê kirine. 
 
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a SANA ya rêveberiya Şamê, artêşa Îsraîlê ji hewayê ve êriş biriye ser balafirgehên navneteweyî yên Şam û Helebê. Di nûçeyê de wiha hat gotin: "Pîst zirar dîtine. Her du balafirgeh jî hatine wê rewşê ku nayên bikaranîn." Li gor nûçeya rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê jî, artêşa Îsraîlê balafirgehên navneteweyî yên Heleb û Şamê hedef girtine.