Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin

  • cîhan
  • 22:46 21 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîl di 24 saetên dawî de li Xezeyê 248 filistînî kuştin û Serfermandasrê Îsraîlê Herzî Halevî jî got: "Em ê têkevin Xezeyê." 
 
Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halevî îşaret bi êrişên bejahiyê yên li heêberî Xezeyê kirin û got: "Em ê têkevin Xezeyê." Li gor dîmenên ku berdevkê artêşa Îsraîlê berlav kirine, Halevî xîtabî leşkerên "Lîaway Golanî" ya artêşa Îsraîlê dike. Halevî di axaftina xwe de dibêje, "Em ê têkevin Xezeyê. Ji bo jiholêrakirina Hamasê em ê peywireke operasyonî hilgirin." 
 
Li gor daxuyaniya ofîsa çapemeniyê ya hikûmeta girêdayî Hamasê, hejmara kesên li Xezeyê ji cihê xwe bûne milyon û 400 hezar kes in û nîviyê van kesan li 217 navendên hêwirandinê hêwirîne. Li gor daxuyaniyê artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawî de 248 filistînî kuştine û hejmara kesên heya niha mirina 4 hezar û 385 kes in û ya birîndaran jî 13 hezar û 661 kes in.