Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê

  • cîhan
  • 21:27 8 Mijdar 2023
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
 
Bi sedema salvegera hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îtalyayê, li Parlementoya Îtalyayê bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Siyasî û Doza Abdullah Ocalan” civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
 
Civîn bi tevlîbûna Senator Tîno Magnî, parlementerê berê Gîovannî Russo Spena, Karîkaturîst Zerocalcare, ji Ofîsa Enformasyon a Kurdistanê Yilmaz Orkan û serokê Partiya Kesan Angelo Bonellî pêk hat.
 
Civîna çapemeniyê ji aliyê Senator Tîno Magnî ve hat vekirin.
 
Senator Tîno Magnî bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
 
Piştre li ser navê Komîteya “Dem hatiye- Ji Abdullah Ocalan re Azadî” parlementerê berê Gîovannî Russo Spena mafê axaftinê girt. Russo Spena qala xebatên komîteyê yên heta îro kir.
 
Karîkaturîst Zerocalcare jî, bi bîr xist ku dema sala 2014’an de cara yekemin çû Rojava, çapemenî bi pirsgirêka Kurt re gelek eleqeder bûye, lê bêyî behsa Abdullah Ocalan bike, hewl daye têkoşîna gelê Kurd dîtbarî bike. Li ser vê bingehê Zerocalcare, balkişand li ser rola navendî ya îdeolojiya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, di têkoşîna gelê Kurd, şerê li dijî DAÎŞ’ê û projeya demokrasiya radikal a ku ji sala 2012’an vir ve li Bakur û Rojhilata Suriyeyê derketiyê holê de.
 
Ji Ofîsa Enformanyon a Kurdistanê ya li Îtalyayê Yilmaz Orkan jî, pêşniyar kir ku yekane aktorê ku Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê pêvajoyek nû ya aşitiyê muzakare bike ye. Orkan, da zanîn ku bi taybetî di ronahiya trajidiyên li Rojhilata Navîn tên jiyîn de, divê civaka navneteweyî fembike ku îdeolojiya ku xwe disperê fikrên Abdullah Ocalan û gelê Kurd pêktîne, ne ji bo Tirkiye, ji bo hemû pevçûnên Rojhilata Navîn çareseriyek aşitiyane pêşniyar dike.
 
Serokê Partitaya Keskan Angelo Bonellî, diyar kir parastina kêmnetewên bindest erka exlaqî ya hemû kesan e. Angolo Bonellî, di dema axaftina xwe de Hunermendê Kurd Ahmet Kaya mînak da û zextên ku gelê Kurd rû bi rû mane bi bîr xist.