Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan

  • cîhan
  • 19:29 15 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê hate lidarxistin de, Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn û Komkujiya Sînameya Amûdê hate protestokirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome.
 
Çalakî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê de her hefte dewam dike. Çalakiya vê hefteyê di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir ku di 15’ê Mijdara 1937’an de ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve hatin darvekirin.
 
Tevahiya rojê têkîldarî asta tecrîdê bi zimanê Fransî û Îngilîzî daxuyanî hat guhdarkirin. Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cenevreyê Tûba Yilmaz axivî û bal kişand ser şewata 13'ê Mijdara 1960'an ku li navçeya Amûdê ya Rojava 283 zarokên Kurd li Sînemaya Şehrazad hatin qetilkirin.
 
Tûba Yilmaz bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û fikarên xwe yên li ser tenduristî, ewlehî û jiyana Abdullah Ocalan anî ziman.
 
Tûba Yilmaz da zanîn ku ji bo fikarên heyî ji holê rakin divê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi ser bixin û ev tişt gotin: “Di çarçoveya vê pêngavê de li sedan navenda civînên gel tên kirin. Di 28’ê Mijdarê de meşa Gemlîkê bê lidarxistin. Rêber Apo ji sala 2015’an ve di bin tecrîdê de ye. Ev tecrîd ev 33 meh in bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan dewam dike. Em gelê Kurd divê êdî vê rewşê qebûl nekin. Rêber Apo wateya jiyana me ye. Êdî sedra me nema. Rakirina vê tecrîdê ji bo me ne bes e. Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Helbet em weke jinên Kurd û tevgerên ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de li eniyên pêş têbikoşin. Çi dibe bila bibe, em ê teqez vê pêngavê bi ser bixin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”