Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan

  • cîhan
  • 20:32 18 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarên Ewropayê daketin qadan.
 
Li bajarê Strasboûrg yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TJK-F û TCŞ’ê li ber Gara Strasboûrgê li hev civiyan û destnîşan kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
 
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji aliyê koma dostên gelê Kurd a Strasboûrgê Sylvîe Tourne ve hat xwendin, hat destnîşankirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hat şermezarkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin.
 
Aktîvîsta TJK-F’ê Helena Dersim jî diyar kir ku çareserî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk, wekhevî û azadiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Helena Dersim got: “Heta azadiya Rêbertiya me wê têkoşîna me bidome.”
 
Ji hunermendên TEV- ÇAND’ê Sîdar Amed jî bal kişand ser têkoşîna bi biryar a gelê Kurd û got: “Yekane armanca me azadiya Rêbertiya me ye.”
 
VIYANA
 
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn, di saet 13:00’an de li ber Sefaretxaneya Elmanyayê hate lidarxistin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û dewleta Elman bi dirûşmeya “Bila qedexeya PKK’ê bê rakirin” hate protestokirin û pankarta “Bila qedexeya PKK’ê bê rakirin” hate vekirin.
 
Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Nûrcan Guleryuz daxuyaniya KCDK-E’yê xwend. Nûrcan Guleryuz got: “Armanc krîmînalîzekirina vê tevgera mezin a hevgirtinê ye.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
KOPENHAG
 
Li Danîmarka Kopenhagê li ber Konsolosxaneya Elmayayê qedexeya PKK’ê hate protestokirin. Di axaftinên çalakiyê de hate gotin ku PKK tevgereke mirovahî, azadî û demokrasiyê ye û dewleta Elman bi qedexekirina PKK’ê bûye şirîkê sûcê qirkirinê ya dewleta Tirk.
 
Di çalakiyê de bang hat kirin ku siyasetmedarên Kurd ên ku Elmanyayê girtiye, demildest werin berdan.
 
LOZAN
 
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin. Li ser girê Notre Dame Katedralî ya dîrokî ya li bajarê Lozanê pankarta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya bi dirêjahiya 17 metreyan, ji bo nîv saetê hate daliqandin.
 
Di daxuyaniya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ’ê û TekoJIN’ê ku di Komîteya Azadiyê de cih digirin wiha hate gotin: “Heta ku bi pêngavê encam bigirin em ê li qadan bin.”