Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin

  • cîhan
  • 14:16 8 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê bi rokêtan êriş hate kirin. Roketên hatin avêtin li nêzî avahiya seferatxaneyê ketin. Heta niha jî tu aliyan êriş li xwe negirtine. 
 
Êrişên li dijî baregeh û nûnertiyên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê berdewam in. Îro jî li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê bi rokêtan êriş hate kirin. Seferatxaneya DYA’yê li Herêma Kesk e ku saziyên dewletê yên Iraqê û yên hêzên navneteweyî li wir in. Hat zanîn ku êriş îro di danê sibehê saet derdora 04.15’an de hatiye kirin. Piştî êrişê, li nêzî avahiya Seferatxaneya DYA’yê dengê teqînan hate bihîstin. 
 
Çapemeniya Iraqê ragihand ku du rokêtên hatine avêtin li nêzî avahiya seferatxaneyê ketine. Berdevkê Seferatxaneya DYA’yê jî têkildarî mijarê bi AFP’ê re axivî û êriş piştrast kir. Berdevkî got ku di êrişê de çi ziyanên canî çênebûne û diyar kir ku di êrişê de şopên “milîsên girêdayî Îranê” hene. 
 
Berdevkê seferatxaneyê bi domdarî wiha got: “Em careke din dubare dikin ku mafê xwe yê parastinê û mafê xwe yê li her devera cîhanê parastina xebatkarên xwe veşarî dihêlin. Divê hikûmeta Iraqê ji bo xebatkarên dîplomatîk û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê tişta ji dest tê bike.”