Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin

  • cîhan
  • 11:10 15 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî navendeke polîsan a li Îranê êrişa çekdarî hate kirin û di êrişê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li dijî navenda polîsan li bajarê Raskê ya Eyaleta Sistan-Belucistan a Îranê êrişeke çekdarî hate kirin. Êriş, di saetên derengiya şevê de hate kirin û hat ragihandin ku di êrişê de 11 endamên emniyetê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Sistan-Belucistanê ya li ser ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê; di êrişê de 11 kes hatine kuştin. 
 
Medyaya herêmî îdia kir ku rêxistina bi navê “Ceyşul Adl” êriş li xwe girtiye.