Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne

  • cîhan
  • 12:03 15 Kanûn 2023
  • |
img
XANTHÎ - Penaberên kurd ên li Girtîgeha Penaberan a Xanthiyê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin. 
 
Penaberên kurd Mehmet Bîlgeç, Mahmût Guler, Gokhan Dogubey, Welat Kaya, Ramazan Tekmen, Şukru Ozturk û Mûrat Şahîn ên li Girtîgeha Penaberan a Xanthi ya Yewnanistanê tên ragirtin, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî, bi mebesta piştevaniya bi greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê mijdarê de hatiye destpêkirin, hat destpêkirin. Penaberên kurd têkildarî mijarê daxuyanî dan û diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û di şexsê Abdullah Ocalan de tunekirina gelê kurd hedef tê girtin. 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Zêdetirî 33 meh in malbat û parêzer nikarin pê re hevdîtinê bikin û tu agahî jê nayên girtin. Em, ji ber faşîzma li Kurdistanê zêde dibe neçar man ku li Yewnanistanê îltîca bikin. Weke penaberên polîtîk em tecrîda li ser birêz Ocalan şermezar dikin û berxwedana girtiyên PKK û PAJK’î silav dikin.” 
 
Penaberên kurd dan zanîn ku çalakiya xwe di 15’ê kanûnê de dane destpêkirin û dê çalakiya wan heta 15’ê sibata 2024’an bi awayeke dorveger bidome.