Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin

  • cîhan
  • 11:18 12 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barîna zêde ya baranan li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn. Di lehiyan de herî kêm 327 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ji ber barîna barana zêde ya li Efxanistanê li bajarê Baglanê lehî rabûn û hejmara miriyan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daxuyaniya Wezareta Penabaran a hikûmeta Talîbanê, herî kêm 315 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî hezar û 600 kes jî birîndar bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê, di daneyên fermî de hejmara miriyan weke 153 hatibû parvekirin. Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihandibû ku li Baglanê hezar avahî hilweşiyane. 
 
Ji ber baranên zêde yên li Efxanistanê her sal bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin. Di meha nîsanê de jî ji ber karesatên lehiyê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
LI ENDONEZYAYÊ 12 KES MIRIN
 
 
Duh li Endonezyayê jî baranake zêde bariya û av rabûn. Di encama lehiyan de li welêt herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya servîzên lezgîn, 4 kes winda ne. Teşkîlata lêgerîn-rizgakirinê da zanîn ku karesat duh saet derdora 22.30’an de li herêmên Agam û Tanah Datarê pêk hatiye. Serokê teşkîlata rizgarkirinê yê Basarnayê Abdul Malik jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku 12 kes li herêma Agamê mirinê û 4 kes jî winda ne. 
 
Ji ber hezaz û lehiyan di meha adarê de li Girava Sumatra ya Rojava herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.