Ji 3 welatan biryara Filistînê

  • cîhan
  • 11:00 22 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Norveç, Îrlanda û Spanyayê biryara naskirina Dewleta Filistînê dan.

 
Norveç, Îrlanda û Spanyayê bi awayekî fermî biryar dan ku Filistînê weke dewlet qebûl bikin. Norveçê ragihand ku dê Filistînê li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) nas bikn. Hat zanîn ku biryara naskirinê ya her sê welatan dê di 28’ê gulanê de bikeve meriyetê. 
 
Serokwezîrê Norveçê Jonas Gahr Store serê sibehê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku çareseriya du dewletî ji bo berjewendiyên Îsraîlê jî baştir e û biryara naskirinê dê bikare vê pêk bîne. 
 
'DÊ DI 28’Ê GULANÊ DE LI GORÎ SÎNORÊN SALA 1967’AN NAS BIKE’
 
Store tevî Wezîrê Karên Derve Espen Barth Eide daxuyanî da û wiha got: “Hikûmeta Norveçê biryar da ku Norveç Filistînê weke dewlet qebûl bike. Dê Norveç, bi dewletên di vê mijarê de hemfikir ên Ewropayê re li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên KENY’ê, di 28’ê gulanê de bi sînorên sala 1967’an nas bike.” 
 
ÎRLANDA Û SPANYA
 
Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî ragihand ku dê Îrlanda Filistînê weke dewlet nas bike. Harris, got ku divê hejmareke zêdetir a dewletan gavên bi heman rengî biavêjin û tev li wan bibin. Çavkaniyeke ji hikûmeta Spanyayê jî ji Reuters'ê re axivî û got ku Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez dê di 28’ê gulanê de Filistînê weke dewlet qebûl bike. 
 
ÎSRAÎLÊ BIRYAR DA KU SEFÎRÊN XWE PAŞVE VEKIŞÎNE 
 
Piştî biryarên Norveç û Îrlandayê, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz got ku biryar hatiye dayîn ku sefîrên wan ên li her du welatan tavilê vegerin welat.