MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir

  • cîhan
  • 12:21 15 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê û Hevalbendiya Nava Gelan (MRAP) berî 56’emîn rûniştina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya Tirkiyeyê de xwest zextên ser kurdan werin lêkolînkirin. 
 
Konseya Mafên Mirovan (İHK) a Neteweyên Yekbûyî (NY) dê 56’emîn rûniştina xwe di navbera 18’ê hezîran û 12’ê tirmehê de li bajarê Cenevreya Swîsreyê li dar bixe. Ji pêkhateya rûniştinan, Tevgera Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê û Hevalbendiya Nava Gelan (MRAP) rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê amade kiriye pêşkeşî Komîteya NY’ê kir. 
 
MRAP ji bo rûniştinan têkildarî geşedanên mafên mirovan ku hem dewlet hem jî saziyên civakî yên sivîl deklerasyonên xwe xwe pêşkeş dikin, rapora xwe amade kir. MRAP’ê di rapora xwe de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtîgehên din tê sepandin, hilbijartinên li Kurdistan û Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku di salên dawî de berî her hilbijartinê li dijî xebatkarên medyayê, hunermend, siyasetmevan û hiqûqnasan zext û sepanên derveyî demokratîk tên meşandin û hat gotin ku bi ser gel kesên muxalîf sepanên zextê tên meşandin. 
 
DENG HATIN VEGUHESTIN
 
Di raporê de hat gotin ku berî hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan li dijî rojnameger, hunermend, parêzer û siyasetmevanan zext hatine meşandin û hat diyarkirin ku heman sepan di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de jî hatin domandin. Herwiha di raporê de hat gotin ku gelek polîs û leşker ji bo hilbijartinê hatine guhestin; burokrat, polîs û leşker ji bo partiya desthilatê xebat dane meşandin. 
 
XESPKIRINA ÎRADEYÊ 
 
Rapor bi bîr xist ku piştî hilbijartinê hewldana xespkirina îradeyê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye jiyîn û wiha hat gotin: “Hevserokê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55,48 dengan bi ser ket û hevrikê wî endamê AKP’î Abdullah Arvas jî ji sedî 27,14 deng girtin. Namzetê bûye duyemîn serkeftina xwe îlan kiriye. Piştî ku gel bertek nîşan da YSK’ê paş de gav avêt û mazbatayê da Abdullah Zeydan.”
 
ZEXTÊN SER ÇAPEMENÎ Û GIRTÎGEHAN
 
Rapora bal kişandiye ser zextên li dijî kurdan, çapemeniyê û girtîgehan wiha dom kir: “Ji ber nûçeyên ku çêdikin tim zext li rojnamegerên kurd tê kirin. Taybetî jî gefê li xebatkarên û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Yenî Yaşamê dixwin, tên binçavkirin û girtin. Herwiha dewleta Tirk zextên xwe li ser erdnîgariya ku kurd lê dijîn û girtîgehan jî zêde dike, wekî ku tolê hilîne tevdigere. Hêj ku di dadgehan de derbarê girtiyan de biryar nehatiye dayîn, wan dişînin sedan kîlometreyan dûrî malbatên wan. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, CISS, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û saziyên sivîl ên civakî lêgberîna tazî tê kirin, di çûn û  hatina nexweşxaneyê de girtî rastî lêgerîna nava dev tên, liv û tevgerên ku rûmetê biçûk dixin tên sepandin. Komîsyonên di girtîgehan de hatine avakirin bi hinceta girtî xweşhalî nîn in nayên berdan, bi awayekî keyfî berdana wan tê taloqkirin, bi hinceta lêpirsînên dîsipolînê nayên berdan.”
 
Di raporê de ser rewşa tecrîda li Îmraliyê tê sepandin hat sekinîn û ev tişt hate gotin: “Herî dawî di Girtîgeha ÎmraliYê de berdana Veysî Aktaş salekî hate taloqkirin. Bi qasî ku me diyar kiriye berdana zêdetirî sed kesan hatiye taloqkirin.”
 
TECRÎDA LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ
 
Ji pirsgirêkên sereke yek jî tecrîd e. Abdullah Ocalan ê di 15’ê sibata 1999’an de di Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û Veysî Aktaş, Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar ên ji girtîgehên cuda birine girava Îmraliyê ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayê girtin. Herî dawî Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anî. Nahêlin parêzer û malbat bi hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bînin. Herî dawî CPT’yê di îlona 2022’yan de çû serdana Girtîgeha Îmraliyê û ji ber Tirkiye destûrê neda, CPT’yê rapora xwe eşkere nekir. Binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê tên jiyîn belavî girtîgehên li herêmê dibin. Ev yek li hemû herêman di hemû saziyên de tên meşandin û li  ser kurdan zextên giran tên meşandin. 
 
BANGÊN MRAP’Ê
 
Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku dest ji gotin û polîtîkayên xwe yên nijadperest ên li dijî gelê kurd û kesayetên siyasetmedar ên kurd berde. Bila Tirkiye li gorî berpirsyariyên xwe yên bi protokolên îmze kiriye tevbigere. Em dixwazin hemû bûyerên îşkenceyê yên bi destê polîs û leşkeran hatine kirin demildest werin lêkolînkirin.
 
SEPANÊN ÎŞKENCEYÊN NÛJEN
 
Em dixwazin raporvanên taybet ê li dijî îşkence û sepanên derveyî mirovahiyê şopdariya mîsyona xwe ya sala 2016’an bidomîne û Tirkiye li gorî pêşniyarên hatine kirin tevbigere. Em dixwazin di çarçoveya pirsgirêka kurd û sepanên îşkenceyên nûjen de bi hikûmeta Tirkiyeyê re pêvajoya diyalogê were destpêkirin.”