Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da

  • cîhan
  • 08:23 18 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê bi balafrian êrişî Wargeha Penaberan a Nûsayrat a li Xezayê kir. Di encama êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. 
 
Îsraîl a ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve êrişên xwe yên li dijî Xezayê bênavber didomîne di saetên serê sibê de bi balafiran êrişî Wargeha Penaberan a Nûsayratê kir. Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê di encama êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. 
 
Balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanên Deyr el Belah a li nava Xezayê ye jî bi awayekî zêde hatin û çûn. Yekîneyên topvanan ên Îsraîlê êrişî taxên rojavayê bajarê Refahê yê li başûrê şirîda Xezayê kirin. 
 
37 HEZAR FILISTÎNIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê ve li Xezayê ji bejahî, hewa û behre li dar xistine de piraniya wan jin û zarok 37 hezar û 347 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 85 hezar û 372 kes jî birîndar bûn.