Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê El Cezîreyê Îsmaîl El  Gul û kameravan Ramî Er Rîfî di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezeyê didomin û hejmara kuştî û birîndaran jî her saet û deqeyê zêde dibe. Di encama hedefgirtina wesayîteke li bajarê Xezeyê ya li bakurê Şirîda Xezeyê de herî kêm 5 filistiniyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rêxistina Parastina Sivîl a li Xezeyê da zanîn ku di encama hedefgirtina wesyîteke li nêzî ketina Kampa Penaberan a Megaziyê de hinek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Têkildarî nasnameya kesên hedef hatine girtin de tu agahî nehatin parvekirin. 
 
165 ROJNAMEGERAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li Kampa Penaberan a Şatiyê jî li dijî wesayîtekê êriş hate kirin. Di êrişê de nûçegihanê El Cezîreyê Îsmaîl El Gul û kameravan Ramî Er Rîfî jiyana xwe ji dest dan. Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê got ku bi êrişa dawî re hejmara rojnamegerên li herêmê jiyana xwe ji dest dayîn derket 165 kesan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku civak û saziyên navneteweyî têkildarî sûcên Îsraîlê li dadgeha navneteweyî lêpirsînê bidin destpêkirin û ji bo pêşîlêgirtina qetilkirina rojnamegeran zextê li Îsraîlê bikin. 
 
Televîzyona El Cezîreyê jî daxuyanî da û got ku ji bo darizandina kesên bûne sedema mirina nûçegihanê wan, dê gavên hiqûqî biavêjin.