Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunus weke serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê hate tayînkirin. 
 
Xwendekarên Bangladaşê di tîrmehê de bi daxwaza rakirina kotayên di xizmetên cemaweriyê de dest bi protestoyan kiribûn û demek piştre ev protesto li seranserî welatî veguherîbûn protestoyên mezin ên li dijî hikûmetê. Li hêla din di navbera hêzên hikûmetê û çalakvanan de pevçûn derketin û zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî zêdebûna protestoyên li dijî hikûmetê, Serokwezîrê Bangladaşê Şeyh Hasîna Vecîd 2 roj berê welat terikand. 
 
SEROKÊ NÛ YÊ HIKÛMETÊ
 
Di encama hevdîtinên di navbera rayedaran, Serokkomar Muhammed Şahabuddîn û rêveberên Tevgera li Dijî Cihêkariyê ya Xwendekaran de, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhammed Yunus weke serokê hikûmetê yê nû yê demkî hate tayinkirin. Yunus, bi gotinên “Di demeke ku xwendekaran di vê serdema wiha zehmet de ewqas fedekarî kirî de ez ê çawa daxwaza wan red bikim?” daxwaz erênî bersivand. Yunus, ji ber avakirina Banka Grameenê û xebatên xwe yên pêşeng, di sala 2006’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin.