Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir

  • cîhan
  • 12:16 20 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a Iraqê serlêdana Serokê Eniya Tirkmen Hesen Toran û parêzgarê berê yê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Ciburî, ya ji bo betalkirina encama civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê red kir.
 
Roja 10’ê tebaxê li Bexdayê bi amadebûna 9 endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê parêzgarê Kerkûkê û serokê encûmena parêzgehê hatibûn hilbijartin. Piştî vê yekê aliyê Tirkmen û beşek ji Ereban nerazîbûn nîşan dabûn. Ji bo betalkirina encama civînê jî Serokê Eniya Tirkmen Hesen Toran û parêzgarê berê yê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Ciburî, serî li Dadgeha Federal dabûn û giliyê encama civînê kiribûn. 
 
Dadgeha Federal der barê serlêdana Hesen Toran û Rakan Ciburî de daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber ti rewşek ku encamên civîna encûmena parêzgehê were betalkirin nîne, ew giliyê hat kirin red dikin.