Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike

  • cîhan
  • 09:49 21 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerên kurd ên li parlementoya Iraqê, derbarê pêşniyara guhertinên Qanûna Statuya Takekesî de diyar kirin ku ji bo malbat û civakê talukeyên mezin hene û anî ziman ku nêzîkatiyên mezhebî li qanûnê tên zêdekirin. 

Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Qanûna Statuya Takekesî ya hejmara 188’an a sala 1959’an pêşkeş kirin ku tê de mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin, zewaca zarokên 9 salî tê rewakirin. Di 4’ê tebaxê de Parlamentoya Iraqê runiştina yekem ya li ser pêşnumeya guhertina di Qanûna Statuya Tekekesî de li dar xist, lê runiştin negihişt encamê. Lê metirsiya pêkanîna guhertina di qanûnê de bi temamî dawî jî nebûye.
 
Li aliyê din her ku diçe bertek û helwestên li dijî guhertina di qanûna takekesî de ku wê bandorek neyînî li aramiya civakê bike û dê binpêkirinên mafên jin û zarokan zêde bike. Di derbarê mijarê de parlementerên kurd ên li Parlementoya Iraqê ji Rojnewsê re axivîn. 
 
Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Heme Şerîf diyar kir ku guhertina Qanûna Statuya Takekesî pirsgirêkeke mezin e û got: “Wek hêzên kurdî em hemfikrîn ku divê ev qanûn di parlementoya Iraqê de neyê erêkirin. Ji ber ku di naveroka qanûnê de wê pirsgirêk û nakokiyên mezin di nav civakê de çêke.”
 
Parlementerê Yekgirtuya Îslamî Musena Emîn jî têkildarî guhertina qanunê axivî û got: “Em bi ti awayî tev li guhertina bi vî rengî a Qanûna Statûya Takesekî nabin. Ji ber ku bi vî rengê hatiye pêşniyarkirin, şêwazeke  mezhebî dane qanûnê.”
 
Musena Emîn jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Em çavakiniya Qanûna Statuya Takekesî ne ji çavkaniya şerîet û pîvanên netewa girtiye. Her guhertina tê kirin, pêwîste were diyarkirin. Lê guhertina qanûnê bi vî rengê niha ku mezhebgerî tê de heye, wê rewşa Iraqê aloztir bike.”
 
Di dawiyê de jî parlementer Musena Emîn da zanîn ku pêwîstiya Iraqê bi dewletek hemdemî heye ku hemû pêkhateyên wê esas werin girtin û berjewendiya hemûyan biparêze.