Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin

  • cîhan
  • 10:49 21 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê otobûsa rêwiyên hecê yên Pakistanî qelibî. Di encama qezayê de 28 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Îranê otobusa rêwiyên hecê ya pakistaniyan dibir, qelibî û di encama qezayê de 28 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat daxuyandin ku di qezayê de 23 kes jî birîndar bûne. Li gorî encamên pêşlêkolîna polîsên trafîkê yên Îranê, qeza ji bajarên navîn ê Îranê yê Yezdê ji sedema xerabûna pergala frenê pêk hatiye. 
 
Dîrektorê Rêveberiya Krîzê yê Yezdê ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û wiha got: “Mixabin 11 jin û 17 zilam di qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Ji birîndaran rewşa 7’ê wan giran e, 6’ê wan jî piştî dermankirinê hatine tabûrcîkirin.”