Namzetbûna Kamala Harrîs bi awayekî fermî hate ragihandin

  • cîhan
  • 09:49 23 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harrîs, di roja dawî ya Kongreya Partiya Demokrat de namzetbûna serokatiyê ya partiya xwe qebûl kir. Heke Harrîs bê hilbijartin dê bibe yekemîn seroka jin a Amerîkayê. 
 
Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kamala Harrîs, di roja çaremîn û dawî ya Kongreya Partiya Demokrat de axivî û aşkere kir ku namzetbûna serokatiyê ya di hilbijartinên ku dê di 5’ê mijdarê de bên kirin de qebûl kiriye. 
 
Harrîs di axaftina xwe de anî ziman ku divê şerê li Xezayê bê bidawîkirin û soza ku li dijî “tîrantiya” li çar aliyê cîhanê şer bike da. Harrîs her wiha bi gotina “Di şerê navbera demokrasiyê û tîrantiyê ku xelas nabe de dizanim ka ez û Amerîka li ku ne” Trump bi nêzîkbûna dîktatoran sûcdar kir. 
 
BANGA KU ŞERÊ LI XEZAYÊ XELAS BIKE
 
Di kongreya beriya hilbijartinan bi 11 hefteyan hate lidarxistin de cihnedayîna axaftinên alîgiriya Filistînê bû sedemê bertekan. Harrîs bang kir ku Îsraîl ewlehiyê pêk bîne, dîl girtiyan bi paş ve bîne û li Xezayê şer were bidawîkirin û wiha got: “Niha dema pêkanîna peymana dîl girtiyan û agirbestê ye.”
 
Heke Harrîs bê hilbijartin dê bibe yekemîn seroka jin a Amerîkayê.