Ukrayna êrişî Rûsyayê kir: 5 kes mirin 12 kes birîndar bûn

  • cîhan
  • 13:51 25 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku di êrişa Ukraynayê ya li ser herêma Belgorod a başûr rojavayê Rûsyayê de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
 
Waliyê herêma Belgorod Vyacheslav Gladkov ya başûrê rojavayê Rûsyayê da zanîn ku di êrişa Ukraynayê ya li dijî bajarokê Rakitnoye de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 jê zarok bi giştî 12 sivîl jî birîndar bûn.
 
Gladkov destnîşan kir ku rewşa 4 birîndaran giran e û ev agahî parve kirin: "Jinek ji zikê xwe de birîndar bûye û 3 mêr bi giranî birîndar in."
 
Rûsya navîna di meha tebaxê de ragihand ku ew hêzên zêde şandine Belgorodê ku li wir rewşa awarte hatiye ragihandin û diyar kirin ku 5 gundên li ser sînorên Ukraynayê, ji 19`ê tebaxê ve hatine valakirin.