Qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!

  • cîhan
  • 14:57 25 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Freibûrgê yê Almanya û Melboûrne yê Awustralyayê qetilkirina rojnamevanan a ji aliyê dewleta tirk ve hat protestokirin û peyama “Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin” hat dayîn.
 
Dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê êrîşeke hewayî pêk anî û wesayîta xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Di êrîşê de 2 rojnamevanên jin ên kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.
 
Nêrazîbûnên li dijî qetilkirina rojnamevanan her ku diçe zêde dibin.
 
FREIBÛRG
 
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jin li Europaplatzê ya bajarê Freibûrg ê Almanyayê çalakiyek hat lidar xistin. Çalakî ji bo hemû şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Têkildarî tecrîda li Îmralî û êrîşên dewleta tirk û hevkarê wê PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî hatin dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 26 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ev 42 meh in di tecrîdeke girankirî de ye û hat gotin ku di şexsê Abdullah Ocalan de ev tecrîd li dijî tevahiya gelê Kurd e.
 
'DEWLETA TIRK BI ÎSTÎXBARATA PDK'Ê ROJNAMEVAN QETIL KIRIN
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Dewleta Tirk a faşîst li ser îstîxbarata xayînên PDK’ê, li dijî xebatkarên çapemeniya azad êrîşek hewayî pêk anî. Di encama vê êrîşê de 2 rojnamevan jin hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn. Rojnamevan ji bo ragihandina rastiyên li Kurdistanê xwe berpirsyar didîtin, ev êrîş parçeyek ji polîtîkayê tecrîdê ye. Dixwazin dengê her kesê ku pêşengî ji bo ragihandina heqîqetê dikin, bibirin. Lê divê bê zanîn bi ser neketin û dê biser nekevin jî.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî", "Bîmre Îxanet", "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.
 
MELBOÛRNE
 
Li bajarê Melboûrne yê Awustralyayê bi pêşengiya Navkurd, êrîşa dewleta tirk a li dijî rojnamevanên jin yên li Herêma Kurdistanê çalakiyek protestoyî hat lidar xistin. Di çalakiyê de Nûnerê KNK'ê yê Melboûrne Heval Herkî, bang li raya giştî ya Awustralyayê û hikûmeta federal a Awustralyayê kir û wiha got: “Bêdengmayîna li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk dike, mirovahiyê diêşîne. Weke Kurdên li Awustralyayê dijîn, êşa her xwişk û birayên me yên hatine qetilkirin dilê me diêşîne û têgihiştina bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê komkujiya li hemberî kurdan gelekî zehmet e. Hêj duh DAÎŞ a ku li ser serê cîhanê bûye bela, li Almanyayê êrîşek pêk anî û sê mirovên bêguneh qetil kir. Kurdan bi berdêleke mezin ev bela rawestand. Ev dewleta tirk a faşîst e ku DAÎŞ'ê xwedî dike û dike bela serê cîhanê."