Li Sûdanê bendav hilweşiya: 60 mirî û gelek jî winda hene

  • cîhan
  • 15:49 26 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê ji ber barana dijwar û lehiyê bendavek hilweşiya. Hat diyarkirin ku heta niha 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî winda ne.
 
Çapemeniya Sûdanê ragihand ku ji ber lehî û barana dijwar, bendava Erbiat a li rojhilatê welat hilweşiyaye. Hate zanîn ku di encama hilweşîna bendavê de 60 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek jî kes winda ne.
 
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, ji ber hilweşîna bendavê metirsî hene ku nexweşiya Kolerayê li welat belav bibe.
 
Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Ocha ya li Sûdanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber barana dijwar û lehiyên ku vê havînê rabûne, li 60 herêmên welat zerar gihaştiye 317 hezar kesan.