Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin

  • cîhan
  • 08:52 10 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa balafirên şer ên Îsraîlê ya li dijî konebajarê li rojavayê Han Yunusê de herî kêm 40 kes hatin qetilkirin. 
  
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezeyê didomin. Hêzên Îsraîlê şevê din 3 caran êrişî konebajarê li herêma El Mewasiyê yê li rojavayê Han Yunusê kir. Di encama êrişan de herî kêm 40 kes hatin qetilkirin û 60 kes jî birîndar bûn. 
 
Midûriyeta Parastina Sivîlan a Filistînê got ku di êrişan de 65 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Midûriyetê diyar kir ku xebatên lêgerîn rizgarkirinê didomin. 
 
ÎSRAÎL: ME HAMAS HEDEF GIRT
 
Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê got ku wan navenda biryargeha Hamasê ya li herêma Mewasiyê hedef girtiye. Hamasê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku îdiaya ku hêzên wan li wê derê bin “derew” e.