Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes

  • cîhan
  • 14:35 13 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber Bahoza Yagî ya li Vîetnam, Laos, Tayland û bakurê Myanmarê çêbûyî, hejmara qurbaniyan bû 280 kes. Li Myanmarê li nêzî paytextê bi sedan gundî hewl didin ji lehiyan birevin.
 
Bahoza Yagî hefteya borî li Vîetnam, Laos, Tayland û bakurê Burmayê çêbû û bûbû sedemê baranên tund, lehî û hezazê.
 
Hejmara dawî ya miriyên li herêmê, herî kêm bû 280 kes ku 233 ji van li Vîetnamê ne. Her wiha li Vîetnamê zêdeyî 800 kes birîndar bûn û 103 kes jî winda ne.
 
Li Myanmarê rayedaran ragihand ku hejmara miriyan ji 17’an derket 36’an. Ji ber ku agahî ji gelek kesan nayê wergirtin, fikar heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
 
Li gorî rayedaran li Myanmarê nêzî 50 hezar kes neçar man ku malên xwe biterikînin û ji bo niştecihbûna van kesan, kamp hatin avakirin.