Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê

  • cîhan
  • 11:30 27 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de hatiye mohrkirin kete meriyetê. 

Serokê DYA’yê Joe Biden ragihand ku di navbera hikûmetên Lubnan û Îsraîlê de peymana agirbestê hate mohrkirin. Biden, da zanîn ku agirbest îro ji saet ji 04.00’ê ve ketiye meriyetê û li gorî agirbestê dê Hêzê Çekdarî yên Lubnanê di nva 60 rojan de li başûrê Lubnanê bi cih bibin û herêmê bixin bin kontrola xwe. 
 
Biden, destnîşan kir ku li gorî agirbestê dê hêzên Hîzbullahê bên bêçekkirin û derbasî bakurê Çemê Lîtaniyê bibin. Biden, got ku di nava 60 rojan de dê hêzên Îsraîlê bi gav bi gav xwe ji herêmê paşve bikişînin. 
 
Biden, diyar kir ku dê tu leşkerên amerîkî li Lubnanê nexebitin û da zanîn ku agirbest, di encama xebatên dîplomatîk ên dirêj ên DYA û Fransayê de pêk hatiye. Her wiha Biden got ku dê lubnaniyên ji ber êrişên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne û cihûyên li bakurê Îsraîlê ji ber êrişan ji cihên xwe bûn dîsa bên malên xwe. 
 
Li gorî îdiayên beriya agirbest bikeve meriyetê li ser dezgehên çapemeniyê hatine parvekirin; dê hikûmeta Lubnanê li cihên artêşa Îsraîlê û Hîzbullahê xwe jê vekişandî anku ji sînorê Îsraîl-Lubnanê heta Çemê Lîtaniyê derdora 5-10 hezar leşkeran bi cih bike. Her wiha hat gotin ku li gorî biryara hejmar 1701 a Konseya Ewlehiyê ya NY’ê; ji bo komên behsa xeberê xwe biçek nekin dê firotina çekan a ji Lubnanê re û çêkirina çekan dê ji hêla hikûmeta Lubnanê ve were kontrolkirin. 
 
Her wiha li gorî îdiayeyeke din; “Her çend di metna peymanê de cih negirtibe jî hatiye qebûlkirin ku heke DYA tespît bike ku Hîzbullahê peyman binpê kiriye, wê demê mafê Îsraîlê heye ku êriş bike.”