Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike

  • cîhan
  • 10:10 12 Îlon 2025
  • |
img

ENQERE - Edîtorê damezirîner ê kovara Jacobînê Bhaskar Sunkara, têkildarî banga Abdullah Ocalan got: “Ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike.” 

 
Edîtorê damezirîner ê kovara Jacobînê Bhaskar Sunkara, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji DEM Partiyê re nameyek şand û piştgirî da. 
 
Sunkara, di peyama xwe de got: “Ji vir, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ez hêviyên ji bo aştî û edaleta li Tirkiyeyê şîn bûn, bi xweşbîniyeke mezin dişopînim. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan, ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêş dike; rêyeke dabeşkariyê red dike û li şûna vê, demokratîkkirina netewe-dewletê û jinûve pênasekirina hemwelatîtiya li ser zemîna projeyeke hevpar a siyasî û destûra bingehîn, diparêze. 
 
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê meseleyeke herêmî ye. Ev pêvajo, ji hêla berxwedana bindestan a li dijî emperyalîzma herêmî û kûrewî, firsendeke dîrokî pêşkeş dike. Yek ji hêmaya herî girîng a tevgera Kurd xurt dike ew e ku xwedî vîzyoneke sînorên nasnameya etnîkî derbas dike û ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşerojeke adilane û demokratîktir pêş dike ye. Ez ji dil û can piştgiriyê didim vê hewldanê.” 
 
SUNKARA KÎ YE? 
 
Bhaskar Sunkara, di sala 2020’an de di lîsteya “40 kesên di bin temenê 40 saliyê de” ya kovara Fortunê de cih girt. Sunkara, edîtorê damezirîner ê kovara Jabobînê ye ku yek ji platforma herî xwedî prestîj a Çepa Amerîkayê ye. Sunkara, her wiha serokê kovara mehane Nationê ye ku di sala 1865'ê de ji hêla dijberên koletiyê ve hatibû derxistin. Bi xebata xwe ya “The Socialist Manifesto: The Case for Radical Politics in an Era of Extreme Inequality” re bû referansa entelektuel a çepgirên navneteweyî.