MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand

  • cîhan
  • 12:00 12 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MAF-DAD’ê, ji endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran xwest ku têkildarî “mafê hêviyê” pirsên nivîskî ji Komîteya Wezîran û Serokwekîl bikin û vê rojevê bişopînin. 

 
Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî e.V. (MAF-DAD) der barê “Mafê Hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de nameyek ji endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (CM) re nivîsand.
 
MAF-DAD’ê di nameya xwe de ji endamên PACE xwest ku raye xwe li gorî xala 61’emîn a Rêziknameya navxweyî bi kar bînin û daxwaz kir ku ew pirsên nivîskî ji Komîteya Wezîran û Cîgirê Serok re bişînin û şopdarê mijarê bin.
 
Di nameyê de hat bibîrxistin ku qedexeyên kategorîk ên di qanûnên Tirkiyeyê de, ne li gorî DMME'yê û biryara wê ya “Mafê hêviyê” ye û ev yek hatiye tesbîtkirin. Hat diyarkirin ku di hiqûqa doza DMME'yê de şertên mafê hêviyê wiha hatine rêzkirin: "Divê ceza bi qanûnî û bi rastî di ber çavan re derbas bibe, piştî demeke diyarkirî îhtîmala berdanê were dayîn, di pêvajoya lêkolînê de divê garantiyên prosedurê werin dayîn û şert û mercên girtî ji bo ji nû ve entegrasyona civakê be, guncav bin."
 
‘QANÛNÊN HEYÎ MAFÊ HÊVIYÊ JI HOLÊ RADIKIN’
 
Nameya MAF-DAD’ê ji bo endamên PACE û Komîteya Wezîran şandî wiha ye: 
 
“Li Tirkiyeyê rakirina cezayê darvekirinê û li şûna wê anîna cezayê hepsê ya heta hetayê yê girankirî bi xwe re nîqaşên li ser ‘Mafê Hêviyê’ anî rojevê. Bi qanûna hejmara 4771’an a ku di sala 2002'yan de derket, cezayê darvekirinê veguherand cezayê muebbetê yê girankirî. Bi taybetî ji bo kesên ku bi 'sûcên terorê' hatine mehkûmkirin, derfetên serbestberdana bi şert, taloqkirin û efûyê bi awayekî kategorîk ji holê hatin rakirin. Piştre, guhertinên di Qanûna Pêkanîna Ceza û Qanûna Ceza de ev qedexeyên kategorîk mayînde kirin. Bi vî awayî, cezayê darvekirinê nehat bicîhanîn lê li şûna wê, cezayek girantir a hepsa heta hetayê hat danîn.
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi têgihiştinên ku ji salên 2000'an vir ve pêş xist, têgeha "mafê hêviyê" li gorî Xala 3’yemîn ya Peymanê (qedexekirina êşkence û muameleya nemirovî an jî biçûkxistinê) misoger kir. Di biryara Vinter / Keyaniya Yekbûyî de, Dadgehê da zanîn ku mekanîzmaya nirxandinê divê herî dereng 25 sal şûnda were pêk anîn. Demên dirêjtir bi bandor mafê hêviyê ji holê radike.
 
Ji bo Tirkiyeyê xala krîtîk piştî ku cezayê darvekirinê yê Birêz Abdullah Ocalan veguherand cezayê hepsê ya heta hetayê derket holê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di biryara Ocalan-2/Tirkiyeyê ya sala 2014'an de û piştre jî di biryarên Kaytan, Gurban û Boltan de, biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê giran mafê hêviyê misoger nake û weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymanê girt dest. Dadgehê bi zelalî dît ku qedexeyên kategorîk ên di hiqûqa Tirkiyeyê de ne li gorî ‘Mafê Hêviyê ne’.
 
Li gorî doza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, şertên mafê hêviyê ev in;
 
Divê ceza bi qanûnî û bi fiîlî di ber çavan re derbas bibe.
 
Piştî demeke diyarkirî divê îhtîmala berdanê were naskirin.
 
Di pêvajoya nirxandinê de divê misogeriyên prosedurê werin bicih anîn.
 
Divê şert û mercên girtî ji bo ji nû ve entegrasyona civakê be, guncav bin.
 
Lê belê li Tirkiyeyê, Qanûna Dij-Terorê ya Hejmar 3713, Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya Hejmar 5237 û Qanûna Darvekirinê ya Hejmar 5275 mafê hêviyê ji holê radikin. Ev rêzikname bingeha pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku mafê hêviyê binpê dikin pêk tînin.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji sala 2015’an vir ve ji bo bicih anîna biryarên Koma Ocalan-2 û Gurban rewşê dişopîne. Komîteyê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku guhertinên qanûnî bike, daneyên zelal ên li ser hejmara kesên ku cezayê muebetê yê giran hatine birîn parve bike û mekanîzmayên ku mafê hêviyê misoger bikin pêş bixe. Lê belê wisa diyar e ku planên çalakiyê yên ku Tirkiyeyê pêşkêş kirine gavên şênber nahewîne. Ji ber vê yekê, Komîteyê di civînên Mijdar û Kanûna 2021’an, Îlona 2024’an û herî dawî Îlona 2025’an dosyayên têkildarê mijarê di rojevê de bi berdewamî digire.
 
Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî jî di raporên xwe yên çavdêriyê yên salên 2018 û 2023'yan de pêşniyarên bi vî rengî kiribû. Bi taybetî pêşniyar kir ku madeya 25’an a Qanûna Pêkanîna Cezayan û Tedbîrên Ewlehiyê were rakirin. Lê Tirkiyeyê diyar kiribû ku xwestekek wê nîne ku guhertinên avahîsaziyê pêk bîne.
 
Di vê qonaxê de, mafê hêviyê li Tirkiyeyê ne qanûnî û ne jî fiîlî ji bo kesên ku cezayê muebbetê yê giran lê hatine birîn, tune ye. Ev rewş hem ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî ji aliyê saziyên çavdêriyê yên Neteweyên Yekbûyî ve bi eşkereyî wekî binpêkirin hate tespîtkirin.
 
TEVDÎRÊN DIVÊ BÊN GIRTIN 
 
Li ser vê bingehê, girîng e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê demildest van tedbîrên jêrîn raweste;
 
Ji Tirkiyeyê der barê cezayên girankirî yên heta hetayê, daxwaza daneyên zelal û berfireh kirin,
 
Betalkirina bi tevahî ya bendên qedexeya berdana bi şert,
 
Nirxandina birêkûpêk û pir caran a biryarên Ocalan (2), Kaytan, Gurban, û Boltan.
 
Heke pêşveçûnek berbiçav çênebe, biryarên demkî yên bi bandor divê werin derxistin.
 
Herî dawî wekî rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî TLSP, ELDH, MAF-DAD, û LLG’ê me di 21’ê Tîrmeha 2025’an de, der barê Koma Doza Gurban de, li gorî Xala 46’an û Xala 9.2, agahdariyek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
 
PÊŞNIYAR
 
Pêşniyarên me yên der barê qanûnên Tirkiyeyê de ev in;
 
Li gorî Xala 3’yemîn a Peymanê, divê Tirkiye reformên qanûnî û sazûmanî pêk bîne da ku her cure cezayê girtîgehê yê heta hetayê bi qanûnî û pratîkî kêm bibe. Mekanîzmayek lêkolînê ya serbixwe, bi kontrola dadwerî û serbixwe ji îradeya sîyasî were avakirin; Divê ev mekanîzma bê cudakirin li ser hemû girtiyên cezayê muebetê bê pêkanîn.
 
Jinûve nirxandina destpêkê herî dereng di nava 25 salan de divê bê kirin, piştre jî bi demên maqûl bi rêk û pêk divê lêkolînd ewam bike.
 
Mekanîzma divê xwedî garantiyên ûsûlê yên xurt ê weke xwegihandina alîkariya hiqûqî, mafê guhdarîkirinê, mafê xwegihandina belgeyan, rabûna li ber biryarên neyînî be.
 
Rejîma girtîgehê divê bi rengekî welê bê sererastkirin ku mehkûm xwedî derfetê pêşketina şexsî û jinûve entegrasyona li nava civakê be.
 
Mehkûmên ku ji ber sûcên ewlekarî, pergala destûra bingehîn a TCK û TMK'ê ceza li wan hatiye birîn jî di nav de bi rengekî gerdûnî ji bo hemû mehkûman derbasdar be û qedexeyên li ser berdana bi şert a kategorîk ji holê bê rakirin.
 
Têkildarî hejmara kesên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn, hejmara yên ku di bin vê rejîmê de têne darizandin û rewşa wan li gorî salan, divê Tirkiye daneyên statîstîkî yên berfireh û zelal pêşkêşî Komîteya Wezîran bike.
 
Mijara bicihanîna biryarên Ocalan (2), Kaytanm, Gurban û Boltan bi rêk û pêk bêne kontrolkirin; dema ku gav neyê avêtin di demên diyarkirî de biryarên navberê bêne wergirtin.
 
Pêvajoya reformê bi beşdariya xurt a pisporên serbixwe, rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan bê emşandin û zelal be, ji hesabdayinê re vekirî be.
 
MAFÊ HÊVIYÊ MESELEYEKÎ ŞÊXSÎ NÎNE
 
Divê neyê jibîrkirin ku 'Mafê Hêviyê' ne tenê meseleyeke şexsî ye. Pêwîstiya berprisyariya hevpar a ji bo parastina rûmeta mirovan e ku ev yek bingeha sîstema Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ji alilyê hiqûqa hundirîn û rejîma mafên mirovan a navneteweyî ve pêwîstiyeke lezgîn e ku Tirkiye berpirsyariyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bîne.
 
Ji ber vê yekê weke endamên PACE'ê em ji we dixwazin ku li gorî Pîvana 61'emîn a Rêziknameya Navxweyî erka xwe bi kar bînin û pirsên nivîskî li Serokwekîl û Komîteya Wezîran bikin ku organê navbera hikumetan a Konseya Ewropayê ye û vê mijarê bişopînin."