Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin

  • cîhan
  • 11:37 3 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya welatên cîhanê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezar derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezar derbas kir. 
 
Li gorî daneyên zanîngeha Johns Hopkins a DYA'yê li tevahiya welatên cîhanê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin 1 milyon û 16 hezar derbas kir. Kesên bi şewbê mirin jî 53 hezar derbas kir. 
Di nava hefteyekê de hêjmara kesên bi şewba vîrûsê ketin duqat zêde bûn. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hejmara kesên bi vîrûsa coronayê ketine bûye 18 hezar û 135 û hejmara kesên ji ber coronayê mirine jî bûye 356.