AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin

  • cîhan
  • 13:23 4 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE – Raportorên AKPM’ê yên Tirkiyê xwest ku di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê were û got: “Cudakarî wê girtiyan bi rîskê re rû bi rû bihêle. Ev duyem cezakirina girtiyan e.” 
 
Raportorên Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) ên Tirkiyê Thomas Hammarberg û John Howell têkildarî guhertina yasaya înfazê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera AKPM’ê belav kirin. Di daxuyaniyê de ji ber metirsiyên vîrûsa koronayê bang li rayedarên Tirkiyê hat kirin û divê bêyî tu cudakariyê girtî ya zû yan jî bi berdana şert werin berdan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Em gavavêtina parlamentoya Tirkiyê ya ji ber vîrûsa koronayê guhertina yasaya înfazê bi kêfxweşî pêşwaziyê lê dikin. Divê ev gav bi taybetî rewşa dramatik a girtiyên nexweş, extiyar û jinên ducanî û bi zarok li ber çavan bigirin. 
 
DAXUYANIYA CPT’IYÊ LI BER ÇAVAN BIGIRIN
 
Her wiha divê ev guhertin girtîgehên qelebalix li ber çavan bigire. Her wiha divê daxuyaniya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a ji bo girtîgehan jî li ber çavan were girtin. 
 
Lê belê em di nava ecêpmayîna ku siyasetmedar, rojnameger, akademisyen, karmendên ji wezîfeyê hatine girtin, aktîvîstên civaka sivîl û her kesê ji ber ramanên xwe hatine girtin daxilî guhertinê nekirine de ne. 
 
Biryara dawî ya AKPM jî di  nav de gelek caran ji rayedarên Tirk hatiye xwestin ku Qanûna Têkoşîna Terorê û Qanûna Ceza ji meriyetê were rakirin û bangî wan hatiye kirin. 
 
DEST JI CUDAKARIYÊ BERDIN 
 
Wê ev cudkarî girtiyan bi rîskê û nexweşîna pîr bibe re rû bi rû bihêle. Divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê derveyî vê guhertina yasayê neyên hiştin. Ev cudakarî di warê mafên mirovan de nayê qebûlkirin. Dema girtiyên siyasî bi rîskê re rû bi rû werin hiştin dê ev yek bibe cezakirina duyem a girtiyan. Em dixwazin dest ji vê cudakariyê were berdan. Ji bo tevdîr girtina rêveberiyên xwecihî re jî hêsaniyê dabîn bikin. Em bang li rayedarên Tirkiyê dikin ku di serî de ji bo girtîgehan û li her deverê li dijî vê nexweşîna giran tevdîran bigire.”