Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona

  • cîhan
  • 10:11 6 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Li Parzemîna Efrîqayê ku di cîhanê de herî zêde pêdiviya wê bi ekîpmanê tibbî, zexîreyên bingehîn ên jiyanê û ava paqij heye, li dijî vîrûsa  corona bê parastin e. Di cîhanê de parzemîna nifûsa wê herî ciwan û welatên herî xizan dîsa Efrîqa ye. Ji ber vê yekê ji her demê bêtir pêdiviya wê bi Piştevaniya Kurevî heye. 
 
Şewba Gerdûnî Vîrûsa Corona (Covît-19) di kanûna 2019'an de li bajarê Wuhan ê Çînê derket holê û niha hemû cîhan xistiye bin tesîra xwe. Ji xeynî Parzemîna Antarktika li hemû parzemînê cîhanê belav bûne û her roj bi hezaran mirov ji ber vê yekê dimirin. Li gorî daneyên dawî yên Navenda Pêşîlêgirtin û Kontrola Nexweşiyan a Efrikayê (Africa CDC); li welatên Efrîqa ji ber vîrûsa corona 219 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hêjmara nexweşên bi şewba vîrûsê ketine û hatine tespîtkirin jî 8 hezar kes in. 
 
Di raporê de hat diyar kirin ku herî dawî li Burundî, Sierra Leone, Malî, Libya û Gine-Bissau şewba vîrûsê hat dîtin û di nava 54 welatên parzemîna Efrîna de li 49 welatan vîrûs hatiye dîtin. Ji xeynî gravên Sao Tome û Principe, Komor û Lesot û Başûrê Sudan û Malavî, vîrus li hemû parzemîna Efrîqa belav bûye. Li gorî daneyên Neteweyên yekbûyî (NY), nifûsa Efrîqa nifûsa di navbera temenê 15-24 salî de 200 milyon kes heye. Li gorî vê yekê di cîhanê de parzemîna herî xwedî nifûsa ciwan e. Li gorî vê yekê ev şewba ku heri zêde kesên kal û pîr dike hedef çawa ev parzemîna ku nifûsa wê herî zêde ciwan e dike bin tesîra xwe? 
 
TABLOYA HÎNBÛNA LI HEMBERÎ NEXWEŞIYÊ YA EFRÎQA
 
Her çend nerînê hin pisporan a Efrîka li dijî vîrîsa corona li gorî Çîn, Ewropa û DYA xwedî demografiyek cuda be jî hêj diyar nekirine ku ev vîrûs dê li Efrîqa çawa xwe biguherîne. Li gel temenê nifûsê dîsa yek ji faktora li dijî vê şewbê li ber xwe bide faktora nexweşiyên din in. Welatê Efrîqa di aliyê nexweşiyên şewbê de welatên herî zêde xwedî tecrûbe û zêde têkşin dane ne. Lê di heman demê de ji ber şewbên zêde hatiye asta şikandinê. Welatên Efrîqa ji ber kêmasiya ekîpmanên tibbî, kêmasiyên zexîre û qût bi rîska ku ev nexweşî zû lê belav bibe jî heye. Kesen pispor diyar dikin ku herî zêde nexweşiyên ta'yê li vir zû pêş dikeve û belav dibe û mirov li vir li dijî vîrûsa corona bêtir di bin rîskek mezin dene. Dîsa ji ber demsala baranê ket serê salê tê payin ku nexweşiyên tayê zêdetir bin. Tê gotin ku taşa ku di sala 2020'an de berdewam bike û şewba vîrûsa Covid-19 bigêje ser hev û ev dê bêtir bandorê li ser welatiyan bike. Zanyar diyar dikin ku kesên pergala wan a têkoşîna li dijî nexweşiyê lawaz be, bêtir dikevin bin tesîra şewbê. Ji ber vê yekê ji bo nexweşên bi şewba HIV/AIDS'ê bin, rîska li dijî wan zêde ye. Li gorî vê yekê li tevahiya Efrîqa nêzî 26 milyon bi vîrûsa HIV'ê re dijîn. Dîsa nexweşiya tuberkuloze (TB) ku yek ji nexweşiyên kezebê ne li Efrîqa zêde ye. 
 
Yek ji Bijîşkên Sînornenas Neema Kaseje, bandora nexweşên ku li Efrîqa tê dîtin û ku li vîrûsa corona bike wiha tîne ziman: “Taybetmendiyên demokratif ku bandorê li ser pergala hêza li dijî nexweşiyan dike, dibe ku bibe sedem vîrûsa corona bandorê li ser nifûsa ciwan jî bike. Ji ber xwarina kêm, nexweşiyên bê xwînî, ta, HIV/AIDS û tuberkuloz dê bibe sedem ku bêtir Şewba Covid-19 li vir belav bibe û tesîrê li ser welatiyan bike. 
 
ŞEWBÊN DIN: AGIRÊ LASSA Û EBOLA
 
Yek ji nexweşiyên şewbê ku li welatên Efrîqa zêde ye Agirê Lassa û Ebola ye. Mirovên welatên Efrîqa demek dirêj e bi van herdu şewban re têdikoşe. Li welatê ku nifûsa wê zêde Nijeryayê, ji ber vîrûsa corona mirovan jiyana xwe ji dest dan. Belavbûna vîrûsê fikarên ku pergala tenduristiyê ya Nijerya dê karibe li dijî vîrûsê li ber xwe bidne ya na zêd kir. Li Nijeryayê li gel vîrûsa corona şewba Agirê Lassa jî gefan lê dixwe. 
Nexeşiya Şewba Agirê Lassa ku li welatên Nijerya, Gana, Gine, Liberya, Malî, Sierra Leone û Togo nexweşiyek xweser e, gelek welatên din ên Efrîqa jî dixe talûkeyê. Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), di nexeşiyên ku ji sedî 1 be, li cihê ku Agirê Lassa lê heye ev rêje derdikeve ji sedî 15'an. 
 
Welatê Kongo ku demek dirêj e bi nexweşiya Ebola re têdikoşe, di pergala tenduristiyê de welatekî pir lawaz e. Di salên dawî de ji ber şewba Ebola li Bajarê Goma yê Kongoyê 2 hezar û 273 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 
 
'AVA PAQIJ KÊM E' 
 
Li gorî pisporan yek ji mertalên parastinê paqiiya  derdorê û şuştina dest e. Li gorî daxuyaniya Banka Cîhanê li herêmê Çoltarê yên Efrîqayê di nava 645 milyon mirov de ji sedî 75’ê wan ji bo bi av û sabûnê destên xwe bişon bi qasî dixwazin derfetên wan tune ye. Serokê Rêxistina Sivîl a Send a Cowê, Titus Sagala ji sedî 95 malên li Kenyayê ava diherike li malêtune ye. Li malan hebûna sabûnê luksek e. 
 
Li gorî îstatîstîkên Efrîqaya Başûr (STATS SA), li nêviyê malên Efrîqa Başûr şebekeyên avê tune ye. Bi meteran pêdiviyên avê yên malê temîn dikin. Nêviyê gel hestera avê ne. 
 
XWARIN KÊM E 
 
Yek ji pirsgirêkên Rojava û Naverasta Efrîqayê xwarin û zexîreyên kêm e. Ji ber zexîre û xwarina kêm vîrûsa corona dê bêtir li ser welatiyên Efrîqayê bike. Pisporê nexweşiyên Enfeksiyonê ku niha li Îranê li dijî şewba vîrûsê têdikoşe Bijîşkê Îranî Hossein Masoumi-Asl, “Ji ber xwarin û vexwarina kêm, zarokên ku bi şewba vîrûsa corona ketine rewşa wan giran e. Ji ber xwarina kêm dibe sedem ku zarok li dijî vê şewbê nikaribin li ber xwe bidin. 
 
Li gorî pênaseya  UNICEF'ê li Efrîqa qatilê herî mezin ê zarokê kêmî 5 salî xwarin û vexwarina kêm e. Li Efrîqa ji ber xwarin û vexwarina kêm dê rîska vîrûsê li ser welatiyan zêde be. Dîsa ji ber welatên Efrîqa xizan in pergala tenduristiyê pêş neketiye, li dijî şewbên gerdûnî nikare zêde xwe biparêzê. 
 
Li Welatê Komara Efrîqa Başûr hêjmara kesên bi şewba vîrûsê ketin Hezar û 300 kes derbas kir. Wezîrê Tenduristiyê Zweli Mkhize di 1'ê Nîsanê de hêjmara kêm a şewbên vîrûsê wekî "Bêdengiya berî bagerê" pênase kir û fikarên xwe anî ziman. 
 
Yek ji tehdîtên li Welatên Efrîqayê jî dîsa zextên dewletê û ne parastina welatiyan e. Ji ber vê yekê herî zêde welatiyên xizan dê têkeve bin bandora Şewba Vîrûsa Coronayê
 
MA / Eylul Denîz Yaşar